EZ IM HELBESTEK BÊ NAV IM EZ IM STRANEK BÊ SAZ IM
Çi evînek bê aram e
Bê te halêm wêran e
Ez ê bi kul im bi derd im
Nava dilêm talan e
Ez im helbestek bê nav im
Ez im stranek bê saz im
Dixwazim bi te re kal bim
Ez ji te re,
Tu ji min re lazim
Lê li vê dûrê ez bê te me
Çi bikim aşiqê te me
Hêsîr bû me li waran
Her daîm li benda te me
Ez im helbestek bê nav im
Ez im stranek bê saz im
Dixwazim bi te re kal bim
Ez ji te re,
Tu ji min re lazim