Şehîd XerîbWelat‘ ’Xerîb Reşo’’

Yek Ji Damezrînerên Navenda Ragihandina YPG Şehîd XerîbWelat‘’Xerîb Reşo’’ Ji Çapemenî û Rayagiştî re! Şoreşgerê Bê Qisûr, Damezrinerê Ragihandina YPG Xerîb Welat Me Sipart Dilê Xwe XERÎB WELAT Li Efrînê, navçeya Şera, gundê Sinkayê sala 1992an çavên xwe li dinyayê vedike. Lawê Efrînê di malbatekî welatparêz de mezin dibe. Piştî ku xwendina xwe li dibistanên Efrînê diqedîne, berê xwe dide Helebê û li wir Enstîtuya Çandiniyê (Mehed Zîraî) dixwîne. Di sala 2012an, bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bayê 19ê Tîrmehê li xwe dipêçe; ciwanê 20 salî ala şoreşê bilind dike û bi hemû hêza xwe derbasî qada dîrokê dibe. Çeka xwe, kamîre û pênûsa xwe hildigire ser milê xwe û tevlî nava refên YPG dibe. Di berxwedaniya 2012-2013an de li qadên şer, li Serêkaniyê û Rimêla Paşa devê tifinga wî sar nabe. Hevalê Xerîb dibîne ku tenê tifing têrê nake, divê kamîre û pênûsa wî jî sar nebin. Di sala 2013 an de derbasî qada ragihandinê dibe, rêheval Xerîb bi awayekî çalak tevdigere, bê westandin her li qadên şer dimîne, b
Back to Top