Kurdistana min û te ☀️

Gelê kurd xwedî çand û hûnereke gelek dewlemend e. Dema ku mirov li dîroka gelê kurd dinêre di her warî de ew dewlemendî rastî mirov tê , weki te zanîn destpêka dîroka mirovahiyê li ser erdnîgariya rojhilata navîn hatiye şêwandin her wiha civak bûyîna mirovahiyê jî li vir bi pêş ketiye. Lewra ji civakên herî kevnar ku li ser erdnîgariya rojhilata navîn dijîn ji wan yek civaka KURDİSTANÊ ye. Mirovên li KURDİSTAN’a ku di nava mezrabotan û çiyayên Zagrosan de ye dema ku mirov dikeve nav kevneşopiya dîrokê pîran û giyan analîzeke baş bike mirov dê bibîne ku her çemek û quntarên çiyayaki civak bûne ki dihewîne. Ev civak ji bo berdewamiya jiyana xwe li hemberî şert û mercên xwe zayê û pevçûnên di nava hêzan de têkoşînek gelek dijwar daye. Dijwariyên demsalê û êrîşên hêzên der û dorê ew dixistin nava lêgerînê. Di nava dîrokê de li ser erdnîgariya KURDDİSTANÊ, ji bilî civaka KURD, wek asurî, nesturî, êzidî, ermenî û hwd gel ji dijîyan û di roja îroyin de jî dijîn civakên bi vî rengî car bi car di nava arami û aşîtiyê de bi hev re dijîn. Her çiqas di nava demê de bi fitne, dek û dolabên hêzên serdest, di navbera wan de pevçûnan rû didan jî di demeke kurtasî de aştî serwer dîbû. Her civak li gorî xwe teybetmendiyên wan yên mîna hûnerî û çandî, olî û bawerî hwd hene civak bi van cureyên xwe vê jiyanê dixemlîne. Li vê erdnîgariyê jî bi dilgermî û dilxeşî tê pêşwazîkirin. Ji civakan ya herî kevnar û qedim jî me gotibû kurd in. Gelê kurd di dawiyê de ez dixwazim hûn çanda xwe, hunera xwe, nasnama xwe û zimanê xwe biparêzin û pêşxin!
Back to Top