Dîroka Ala Kurdistan - 1 : Kê, çima, çawa, li ku çêkir?

Dîrok û çîroka Ala Kurdistanê û Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê (Kongreya Neteweyî). Têkilî (İletişim/Contact) Ev video derheqê dîroka çêkirina Ala Kurdistanê ya Neteweyî de ye (Beyraqa Kurdistanê ya Milli). Zana, rêber û pêşengên Kurdistanê sala 1920ê bi tifaq û yekitî Ala Rengîn wekî Ala Kurdistanê ya Neteweyî qebûl dikin. Eve ala hemû Kurd û hemû Kurdistanê ye. Ala Kurdistanê wiha ye: Li serî rengê sor, li nîvê rengê spî, li binî rengê kesk û li navendê roja zer a 21 tîşk heye. Gel û helbestvan û hûnermend, êl û şoreşvan û sazbend ji bo Ala Kurdistanê dibêjin “Ala Rengîn“. Carna dibêjin Ala Sêrengîn. Dema kesekê got Ala Rengîn an jî got Ala Sêrengîn bizanin ku behsa Ala Kurdistanê dike. Prof. Dr. Mehrdad R. Izady sala 1998ê ev alaya 1920ê hatiye çêkirin datîne pêş xwe û standard dike; li gor zanist, hûnera ciwanî û dîrok, çand û baweriyên Kurdistanî. Nimûneyek ji bo standardên ala Kurdistanê: Ev der qela eyûbiyan a li Hewlêrê ye. Li vê qelayê li ser ferşê gorên dapîr û bapîrên siltanê Kurd selehedîn Eyûbî Roja 21 tîşk heye. Prof. Izady, sembol û nîşanên li Mirazan, Neolîtîk, Helef; nîvasrên Sûmerî, Hûrî, Aryan, Asûrî, Yewnan û Romeya mêjîn, Pers û Ereb û Kurdan dixwîne û dîbîne ku herdem roj nîşana Kurd û Kurdistaniyan e, hejmara 21 tîşk jî nîşana xûliqîn û vejînê ye. Wesxwe roja 21 tîşk nîşana vejîna Kurd û Kurdistanê ye. Lewma dibêje bila êdî herkes roja li ser ala Kurdistanê bi 21 tîşkan çêbike, standard ev e. Wekî hêj ala Kurdistanê nehatiye standardkirin herkesê li gor dilê xwe zêdetir an kêmtir datînan ser ala Kurdistanê. Prof. Izady şehrezayê çêbûna neteweyê Kurd e, şehrezeya dîrok û erdnîgariya Kurdistanê ye, ji şehrê Kirmanşan e, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, di baştirîn ûniversiteyên cîhanê de dersan dide. Berê xwe bidinê, Ala Kurdistanê ya li jor rast hatiye çêkirin û min standard li ser nivîsandine. Yên din hemû xelet hatine çêkirin. Bala xwe bidin zerahiya rojê û êdî bes xelet çêbikin. Belê ev e ala Kurdistanê ya Neteweyî ye! Gelo Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ango Kongreya Neteweyî çima û di nav çi çert û mercan de sala 1920ê Ala Rengîn wekî Ala Kurdistanê qebûl kir? Çima li Mehabadê sala 1945ê, guliyên genimî û qûrdeleya sor ên nîşana Sovyeta Sosyalist danîn ser ala Kurdistanê û piştî hevalfiroşiya Sovyetê ji ser rakirin? Çawa û çima dewleta Îranê ala xwe li ber ya Kurdên Zend çêkir? Çima roja 21 tîşk hem li ser Ala Kurdistanê yeye hem jî li ser ferşê Gorên Dapîr û bapîrên siltanê Kurd Seleheddînê Eyûbî heye!? Çima û çawa berî herkesê Kurdên Dimilî ango Zaza li Koçgirî û Dêrsimê sala 1921ê bi 45 hezar leşkerên Kurdistanî Ala Rengîn wekî Ala Kurdistanê bilind dikin. Di bin rêveberiya Elîşêr Koçgirî, Seyîd Riza Dêrsimî, Elîşan Koçgirî, Dr. Nûrî Dersimî û Misto Axayê Koçgirî ve!? di vê rêzevideoyê de bersiva van pirs û gelek pirsên din didim. De kerem kin!
Back to Top