Fîraz пал в битве за Ракку.
Честь и вечная память, павшим Героям! 🌹
Lawê hêja yê welatê xwe, şehîd Fîraz Dağ
Şehîd mizginiya şînbûna gulekî li baxekî şewitî de ye, şehîd ewrekî ronî ye li welatekî tî û westiyayî, ta ku baran bibare û jiyan carekî din destpê bike. Erê, çîroka Kurdistan û şehîdên azadiya wê wiha ye. Ji bo gelekî ku ji xewa giran ya mirinê şiyar bûye û ji bo şerê azadiyê gav avêtiye, şehîd mezintirîn nîşaneya destpêkirina jiyanê ye. Şehîd sembola şiyarbûn, têkoşîn, fedakarî û hêviya serkeftinê ye. Gelê Kurd ku di encama êrişên dijwar yên dewletên dagirker û zilmên hovane ber bi têkçûyînê ve diçû, hêviya jiyan û azadiyê di kesayeta şehîdên xwe de peyda kir.
Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) eslê xwe ji navçeya Elbîstan ya li ser Mereş li bakurê Kurdistanê ye. Piştî koçberiya malbata wî ber Ewrupa li Londonê mezin dibe. Ji destpêka ciwantiya xwe ve xebatkarekî dijî kapîtalîzm û çalakvanê mafê mirov û mafê gelê Kurd bû. Taybet piştî komkujiya 3’ê Tebaxa 2014 li Şingalê hevalê Fîraz di agahdarkirina c